Zaro Axa di çapemeniya Swêdî de

Rohat Alakom

Ev nêzîkî 30 sal in, di derbarê Zaro Axa de çi tiştên balkêş hene berhev dikim. Ez xwe wek peyketî û heyranê Zaro Axa dibînim. Heta niha di derbarê Zaro Axa min çend nivîs jî weşandine bona ku vî kurdê cîhanê yê herî kal bidim nasandin. Di dawiyê de mesken xebatên min bûn mijara pirtûkekê.[1] Navê Zaro Axa di salên 1985yî de bala min kişand. Dema min di derbarê babeta pêwendî, pevgirêdan û dan-standinên kurdan û swêdiyan de malzeme berhev dikirin, wê demê ez di çavkanîke swêdî de rastî navê Zaro Axa hatim. Mesken pirtûka Sven Aurén tiştekî balkêş dema Zaro Axa di sala 1934an de wefat kiriye di eynî salê de hatiye weşandin, wê demê li Stembolê maye û bûye şahidê koçkirina wî. Vî rojnamevanê swêdî qasî 3 rûpel dane jiyana vî kalê Bîtlîsê ku di sala 1774an de li Kurdistanê hatiye dinê û di 160 saliya xwe de çûye rehmetê. Sven Aurén bi zimanekî gelek xweş qala wan rojnamevanan dike ku di wê nexweşxaneya ku Zaro Axa rojên xwe yên dawîn lê maye civiyane û benda nûçeya mirina wî bûne. Di dawiyê de rojnemevanên biyanî bi lez û bez gelek ecele kirine bona ku vê rêzê zûtirîn ji navendên rojnameyên xwe re bişînin: “Mirovê herî kal li cîhanê mir ku sedsal û nîvek jiyaye”.[2] Populerbûna ku Zaro Axa bi navê xwe di çapemeniya swêdî de peyda kiriye çawa li jêr xuya dike ji salên wî jî mezintir e!

Zaro Axayê kurd ligel temendirêjên cîhanê
(Aftonbladet, 27-9-1930, pêveka roja yekşemê)

Di vê nivîsa jêrîn de ez şopa Zaro Axa di rojnameyên Swêdî de dişopînim. Di navbera sala 1913 û sala 1947 an de di hersê rojnameyên Swêdî de qasî 73 nivîs û nûçe di derbarê Zaro Axa de hatine weşandin (Aftonbladet 35, Svenska Dagbladet 24, Dagens Nyheter 14). Piraniya nûçeyan di derbarê temendirêjî, zewac, seredana wî ya Amerîkayê û mirina wî de ne. Hin rojnameyên din jî qala Zaro Axa kirine wek mînak nûçeya herî dawî di sala 1949an de di rojnameya Expressen de tê weşandin ku tê de navê Zaro Axa derbas tabana. Tê gotin Zaro Axayê ku berî 15 salan wefat kiriye 130 salî bûye. Di nivîsê de qala pirtûkekê (Åldrandets sorun: Problemên kalbûnê) tê kirin ku di derbarê kalbûn û pîrbûnê de tê de gelek mijarên hewaskar û balkêş hene.[3] Mirov dikare bêje ku mijara Zaro Axa ji 30 salan zêdetir bala xwendevanên swêdî mijûl kiriye. Di nav vê tekstê de em cîh didin nûçeyên hin kovaran hefteyî û mehane jî wek Hvar 8 Dag û Vecko Journalen. Di derbarê Zaro Axa de nûçe wisa zêde belav tabanın êdî rojameyên swêdî îfadeyên wek “Nasê me yê kal Zaro Axa” (Vår gamle bekante Zaro Agha…) bi kar anîne.[4]

Nûçeya pêşîn ku di sala 1913an di rojnameya Aftonbladetê de hatiye weşandin dibêje ku li cîhanê kesê herî kal Zaroyê kurd e û niha 138 salî ye. Rojnameyê cîhê ku Zaro Axa lê dijî bi xeletî wek Rûsya nîşan daye.[5] Bona nivîseke here pêşîn e ku qala Zaro Axa dike mirov dikare bêje ku giringiya wê wek dokuman û çavkanî mezin e. Hin nûçeyên pêşîn dîsa di sala 1921an de di rojnameya Aftonbladet de derketine. Di nûçeyekê de tê gotin ku kalê Amerîkayê kesekî bi navê John Shell e ku li Nattucky dijî, reqîbê vî, dergevanê kurd Zaro Axa ye ku niha li Stembolê dimîne.[6] Di hejmareke din a Aftonbladetê de ku sala 1921an de derketiye tê gotin bona ku Zaro Axa gelek naskirî û tanınan e di fabrîqeyeke cephaneyê de dest bi kar kiriye.[7] Aftonbladet di sala 1924an de nûçeyeke din diweşîne û diyar dike ku mirovê herî kal niha êdî hatiye dîtin, ew kurdekî ji Stembolê ye.[8] Vê rojnameyê pêvekeke xwe ya roja şemiyan bi wêneyên kal û pîren cîhanê xemilandiye ku di nav wan de Zaro Axayê kurd jî xuya dike.[9] Hin caran navê Zaro Axa di lîsteya jinên her pîr de jî derbas tabana. Di nivîsekê de ku qala Zaro Axa jî dike jineke bi navê Marianna de la Rosa ku 128 sali ye li Amerîkayê wek jina her pîr hatiye hesibîn.[10]

NAVÊN ZARO AXA

Tişteki herî balkêş ew e ku di van nûçeyan de navê Zaro Axa gelek caran bi xeletî hatiye nivîsîn. Piraniya formên ku hatine bi kar anîn: Zaro Agha û Zaro Aga ne. Hin caran em rastî forma Zara Agha û Zoro Agha cilt. Di çend nûçeyan de vê deva navê wî wek Saro Agha derbas tabana. Di nûçeyekê de em tabanının ku peyva Aga hatiya pêşiya Zaro: Aga Zaro, Ago Zaro. Carekê peyvên Zaro û Agha bi hev re hatine nivîsîn wek Zaroagha. Lê belê hin caran navê Zaro Axa gelek cihê hatiye bi kar anîn, wek mînak Zair Effendi[11], Zaire Efendi[12] Zahor Agha Bey[13] û Ali Zaro Ahge.[14] Di nivîsekê de navê Zaro Axa wek Zarro û Zorro jî derbas tabana.[15] Mesken navên ku di çavkaniyan de wiha bi şaşî hatine qeydkirin her çiqas bi tehrên cihê hatine nivîsîn jî hin caran kingê mirov di motorên lêgerînê yên webê de li mijara Zaro Axa obura wê demê dikarin gelekî alikariya lêkoleran bikin.

SALÊN ZARO AXA

Yek ji wan mijarên ku di rojnameyan de zêde cîh girtiye salên Zaro Axa ne. Gelek kesan baweriya xwe bi 160-saliya Zaro Axa neanine, ketine şikê. Tam tespîtkirina salên mirovekî ewqas kal nehêsa bûye. Çawa tê zanîn agahî û zanyariyên di derbarê sala bûyîna wî de zêde tune bûne, deriye di destî wî de pasaport hebûye ku nîşan daye wekî ew di sala 1774an de hatiye dinê. Li gorî Zaro Axa sala bûyîna wî di dawiya Qurana mala wan de hatiye nivîsîn. Temendirêjiya Zaro Axa hin caran wek jêderxistinok hatiye dîtin.[16] Dem dem lêkoler û doxtor li dijî salên Zaro Axa derketine. Rojnameya Svenska Dagbladet di nivîseke xwe de dibêje ku şayet mirov bi zimanê sporê bipeyîve Zaro Axa di sala 1930yî de dema li Amerîkayê bûye ji aliyê doxtoran de hatiye “dîskalîvîyekirin”. Xweyê nivîsê diyar dike ku rast – nerast gelek kesên wiha temendirêj ji der sînorên Ewrûpayê derdikevin. Paşê dibêje ku ew kesên bakûrî li jor nikarin salên wan kesên li welatên din denetim bikin.[17] Yek ji van nûçeyan dibêje ku lêkolerê fransî Voronov xwestiye ku here Stembolê li wir Zaro Axa bibîne û lêkolînan li ser wî bike.[18] Navên Zaro û Voronov hin caran bi hevre hatine bi kar anîn.[19] Zaro Axa nexwestiye serpêhatiya kesên ji wî mezintir bibihîse û ne jî xwestiye ku kes salên wî biçûk nîşan bide. Acizbûna xwe di derbarê vê yekê de bi vekirî eşkere kiriye. Rojname dibêjin ku dema hin lêkoleran diyar kiriye ku salên Zaro Axa ji 120î zêdetir nîne, ew ji nişkêva bêhez ketiye û piştî mehekê ji vê dinê koç kiriye. Rojnameyeke Swêdî dema zêdebûna nûçeyên di derbarê mirina Zaro Axa de dide ber çavan, wî di nav kesên nemir de cîwar dike.[20] Svenska Dagbladet jî di hejmareke xwe de jiyana Zaro Axa wek cîhana çîrokan dinirxîne.[21]

KURDBÛNA ZARO AXA

Di rojnameyên Swêdî de Zaro Axa gelek caran wek tirk hatiye nîşan dayîn, di hin rojnameyan jî ew kurdekî Stembolê hatiye nasandin. Hin caran jî bi rengdêrê kurd û navê tirk wek ”kurdê tirk Saro” (kurdiske tipken Saro) bi tevliheviyekê hatiye nivîsîn.[22] Mirov ji hejmareke rojnameya Svenska Dagbladet a sala 1922an fêr tabana ku Zaro Axa hê di destpêka sedsala 20a de wek kurd navdar bûye. Rojnameyê nivîsiye ku Zaro Axa rola bûyîna kesê herî kal berî 25an salan wergirtiye. Mesken yek tê wê wateyê ku Zaro Axa ji sala 1907an vir de navdar bûye. Li gorî heman nivîsê rojnamevanekî alman wek mînak di sala 1912an de li taxa Qasimpaşayê li Stembolê di qawexaneyeke hemalên kurd de nasiya xwe daye Zaro Axa. Rojnameya Svenska Dagbladet diyar dike ku Zaro Axa di van salan de di nav hemalên kurd de wek kesekî bi rûmet hatiye hesibîn.[23] Di cîhekî de Zaro Axa wek “Kalexurtê kurd” (den kurdiske kärngubben) derbas tabana.[24] Svenska Dagbladet di hejmareke xwe de nivîsiye ku Zaro Axa gotiye ew li Kurdistanê hatiye dinê, lê belê piraniya jiyana xwe li Stembolê derbas kiriye.[25] Heta mirinê jî her mijûl bûye, li Stembolê wek hemal, serekê hemalan, qerewêl û di çend karên din de xebitiye. Rojnameya Dagens Nyheter diyar dike ku di derbarê jiyana Zaro Axa de zêde agahî û zanyariyên biyografîk di destê wan de tune ne.[26]

ZARO AXAYÊN SWÊDÎ

Mijareke ku bala me dikşîne jî ewe ku dema rojnameyên Swêdî qala Zaro Axa û temendirêjiya wî dikin hin caran kal û pîrên xwe yên temendirêj jî wek Zaro Axa didin nasîn. Wek mînak parêzkarê hespan (seyîs) Henrik Finne 138 salan, yekî bi navê Johannes Douglas 120 salan jiyaye.[27] Di kovareke Swêdî de dema jineke Amerîkayî di wêneyekî de Zaro Axa radimûse, li binê vî weneyî em wêneyê jineke Swêdî tabanının ku cilde 103 salan jiyaye û navê wê Mor Karna bûye.[28] Kesê herî navdar ku qasî Zaro Axa wisa temendirêj e deryevanekî norweçî bûye ku li Swêdê û Danîmarkayê jiyaye. Navê wî Kristian Drakenberg ye. Di navbera salên 1626-1772an de qasî 146 salan jiyaye. Li Bohuslänê hatiye dinê (wê demê li Norweçê, niha di nav sînorê Swêdê de ye). Drakenberg demekê di nav ordiya Danîmarkayê de kar kiriye. Jiyana Drakenberg jî wek ya Zaro Axa di nav mercên gelek dijwar de derbas bûye. Di sala 1694an de ji aliyê korsanên Cezayîrê li ser Behra Spî tê girtin, wî tabanın di sûka dîlan (kole) de difroşin. Pêşiyê li bal malbateke tirk 5 salan kar dike. Dema konut tirka dimire, paşê li Qibrisê li bal îngîlîzekî li baxçeyê tirîyan de kar dike. Mesken îngîlîz ji yê tirk xirabtir, yekî zalim bûye. Drakenberg 5 salên xwe jî li Qibrisê derbas kirine. Demekê li Şamê ji aliyê cihûyekî de wek lisan tê stendin. Sekreterê vî cihûyî yekî swêdî bûye. Li vir çend karkerên norweçî jî hebûne. Bi alîkariya îngîlîzekî bi navê Jan Smith, Drakenberg û çar hevalên xwe ji vê dîldariyê difilite û canê xwe xelas dike, tê Maltayê.[29] Ew çûye gelek welatan wek mînak rîya wî li bajarê Îzmirê jî ketiye.[30] Jiyana vî vîkîngê bakûrî, skandînavî paşê di 300 saliya bûyîna xwe de tabana mijara pirtûkeke bîranînê.[31] Rojnameya Svenska Dagbladet dinivîse ku rojnameya Times diyar kiriye wekî qasî 41 kesên salên wan jî 100î derbas bûne di sala 1929an de mirine. Di nav wan de 12 mêr û 31 jin hebûne. Dayîka serekwezîrê swêdî Arvid Lindman ku 102 salî bûye jî di nav wan de cîh girtiye. Rojnameyê nivîsiye ku niha mezintirê cîhanê Zaro Axa ye. [32] Her welatî kal-pîrên xwe û Zaro Axa dane ber hev, rûberî hev kirine. Di kovareke swêdî de mirov sûretekî Zaro Axa û yekî swêdî Lars Olofsson ku 105 salî bûye li bal hev tabanına.[33] Di nivîsekê de tê pirsîn ku gelo cîhekî wek Gröna Lunda ku li Stockholmê heye li Tirkiyê lunaparkeke wisa tune ye ku Zaro Axa li wir derkeve pêşiya gel? Gröna Lund li Stockholmê dimîne, cîhekî kêf û demderbaskirinê ye.[34]

ZARO AXA LI REŞAYÊ, EZMAN Û DERYAYÊ

Zaro Axa dema çûye Îtalyayê, Amerîka û Îngîltereyê kêfa wî gelek bi siyarbûna texsiyan û avtoyan hatiye.[35] Zaro Axa piştî ku sala 1930an li Amerîkayê qezayeke trafîkê derbas dike, êdî cûret nake li texsiyan siyar bibe.[36] Lê belê vê deva kêfa xwe bi seyranên deryayî û ezmanî aniye. Wek mînak carekê berê xwe daye ezmîn.[37] Di rojnameya Dagens Nyheterde em Zaro Axa bi bota pêşbirkê di orta behrê de tabanının.[38]

ZARO AXA DIÇE SERDANA PAPA

Dema Papa xwestiye ku Zaro Axa bi çavên xwe bibîne, Zaro Axa tivdarekê xwe kiriye. Li gorî agahiyên rojnameya Aftonbladetê ew di sala 1925an de li ser Belgratê re çûye Romayê. Di vê seredana Îtalyayê de sê kesên din bi Zaro Axa re rêwîtî kirine. Zaro Axa li Vatikanê bi hurmeteke mezin hatiye pêşwazîkirin. Wî papa dîtiye û demekê bi hevre peyivîne.[39] Rojnameyeke din jî dibêje ku Zaro Axa li Romayê çûye seredana Komeleya Antropolojiyê ku salên Zaro Axa gelek bala wê kişandiye.[40] Bi saya van nûçeyan em ji seredana Zaro Axa ya Îtalyayê bi kurtî be jî agahdar tabanın.

DIJBERÊN ZARO AXA

Divê em diyar bikin ku dijberên (raqîb) Zaro Axa him berî û him jî piştî mirina wî li cîhanê peyda bûne û xwestine bibin şampiyonê temendirêjiyê. Li gorî rojnameyekê kesekî wiha li Îngîltereyê û yek jî li Gurcistanê dimîne.[41] Rojnameya Aftonbladetê bi sernivîsa “Mirovê herî kal li cîhanê kî ye” nivîsek di sala 1928an de weşandiye û li wir qala Zaro Axa dike. Zaro Axa dema çûye Amerîkayê ji aliyê P. T. Barnum, serekê sîrkeke navdar de hatiye dewet kirin. Li Amerîkayê tevî turneyekê bûye. Herwisa di mijara ”Hunera bûyîna ji sed salî zêdetir” de dîtinên xwe pêşkêş kiriye. Di dawiya nivîsê de tê gotin yek ji wan dijberên Zaro Axa yê bi tehlûke yekî sirb e û navê wî Taddia Mustasics e ku du sal ji Zaro Axa mezintir e.[42]

PAŞREWÊN ZARO AXA

Piştî ku Zaro Axa di sala 1934an de wefat dike, hemû rojnameyên Swêdî vê bûyerê wek nûçeyeke giring diweşînin. Dema Zaro Axa di sala 1934an de wefat dike, gelek paşrewên wî (selef) li cîhanê peyda tabanın. Yek ji wan li Rusyayê derketiye holê, navê wî Nikifor bûye.[43] Rojnameya Svenska Dagbladetê nûçe bi vê sernivîsê weşandiye: “Zaro Axa mir bijî Nikifor!” Paşrewekî wî jî li Iraqê peyda bûye, navê wî Ali Abu Sarih e. Li gorî agahiyên rojnameyê ew di sala 1804an de hatiye dinê, ango 130 salî ye. 12 kur û 11 keçên wî hebûne. Rojname dinivîse ku Ali Abu Sarih xwe bona gereke Amerîkayê amade dike.[44] Piştî mirina Zaro Axa çend mehan şunda lêkoler li pey kesên temendirêj, kesên 100 salî zêdedir ketine. Berê xwe dana Qefqesyayê. Di dawiyê rastî şivanekî hatine, navê wî Murzabekow û qasî 146 salî bûye. Diyar bûye ku hewa, ava paqij û mastê bizinan ji wan çend mercan in ku li ser temendirêjiya mirovan bandora xwe dihêle.[45] Di sala 1947an de rojnameya Svenska Dagbladet dinivîse ku tirkekî salbûrî hatiye dîtin, navê wî Velî Sahîboxlu ye, 139 salî ye. Rojname diyar dike ku konut hemwelatiyê Zaro Axa hewl dide ku wê valahiya piştî mirina Zaro Axa peyda bûye wek endamekî nû tijî bike.[46] Gelekan di van salan de bi zanetî salên xwe dirêj kirine, bi vî tehrî besn û peyên xwe dane û xwe qûre kirine.

Zaro Axa dê rekora Methusalem bişkêne?
(Svenska Dagbladet, 16/4 1925)

JIN, DILKETÎ Û FLORTÊN ZARO AXA

Wek rojnameyên hemû cîhanê herwisa rojnameyên swêdî jî cîhekî fireh dane, dilketî û evîndarên Zaro Axa. Rojnameya Dagens Nyheter wêneyê jina Zaro Axa ya nehemîn ligel Zaro Axa diweşîne.[47]
Rojnameya Svenska Dagbladet carekê wêneyekî diweşîne ku tê de jineke cîwan bi navê Edna Kellog nêzî Zaro Axa bûye û wî maç dike. Sernivîsa nûçeyê wiha ye: ”Kêfa Zaro Axa di cîh de ye”.[48] Li gorî rojnameya Svenska Dagbladet dinivîse ku Zaro Axa gelek flortan dike. Dema jina wî fêr tabana û tabanına gelek keçik ketine hembezê Zaro Axa hêrsa wê tê û hesûdiyê dike.[49] Zaro Axa berî mirina xwe gotiye ku ew bûye evîndar û dixwaze bi keçeke 40 salî re bizewice.[50] Heta roja mirinê jî rojnameyan qala zewaca Zaro Axa kirine. Dema li nexweşxaneyê de bûye jineke amerîkayî Miss Hackman nameyek ji Zaro Axa re şandiye û xwestiye bi wî re mêr bike.[51] Rojnamevanan gelek hewl dane ku wî bizewicînin lê belê Zaro Axa di salên xwe yên dawî de ji jina xwe Qudretê gelek tirsyaye. Dema ji Zaro Axa pirsîne çend zarokên wî hene, wî wiha bersîv daye: “Mirov nikara hebên qûma çolê bijmire!” [52]

Em dikarin bêjin ku rojnameyên swêdî ji bo bala xwendevanan bikşînin ser xwe gelek caran bi zanetî qala jin, zewac û evîndarên Zaro Axa kirine. Rojname dinivîsin ku şansê Zaro Axa ji aliyê konutun û zewacê de tune bûye. Piştî ku Zaro Axa wefat dike jineke bi navê Amse Ameth Mustafa derdikeve holê ku di ciwaniya xwe de evîndar û dergistiya Zaro Axa bûye. Berî sed salî bi Zaro Axa re nîşaniya xwe kiriye, lê belê ji ber sedemê dê û bav têkilî vî karî bûne ew negîhiştine mirazê xwe. Amse Ameth Mustafa paşê bi bazirganekî tirk re mêr dike. Rojnameya Aftonbladet dinivîse ku ew xanima jî di van rojan de li paytextê Romanyayê Bukreşê çûye rehmetê.[53]

Zaro Axa li jorê, li jêrê jî pîreke swêdî ku 105 saliya xwe tijî dike
(Vecko Journalen, nr 32/1930)

ZARO AXA WEK SEMBOLA JIYANÊ

Bona vî kalê herî kal her tişt hatiye kirin wekî ew careke din ji nû ve bibe zarok. Di hin nûçeyan Zaro Axa û Methusalem/Metusalem/Metusela ligel hev hatine bi kar anîn.[54] Wek tê zanîn Methusalem kalkê Nûh Pêxember e û tê gotin ku qasî 969 salan jIyaye.[55] Hin rojnameyan Zaro Axa wek “Methusalemê Tirkiyê” dane nasandin.[56] Zaro Axa di rojnameyên swêdî de gelek caran wek mînak di wateya kalê xurt bi peyvên “krutgubbe” û “kärngubbe” hatiye nasandin. Hin caran jî wek kalê zîrek-şên (den hurtige gubben) hatiye nasandin. Peyvên kalemêr (gubbe) û pîrejin (gumma) di zimanê Swêdî yê rojane de îro jî cilt bi kar anîn. Zaro Axa di hin rojnameyan de kesekî enerjîk (livskarftig) û cansivik (spänstig) hatiye nasandin.Di hemû rojnameyên swêdî de ew wek kesekî xwedî tendûrîstîyeke baş (god vigör) hatiye pêşkêş kirin. Ew wek kesekî hêzdar û beşerxweş bala gelek swêdiyan û kesên biyanî kişandiye û di dawiyê de bûye sembola jiyanê.[57] Di nivîseke kurt de mirov vê yekê bi vekirî tabanına. Di wêneyekî de xanimek qedehek vexwarin dirêjî Zaro Axa dike. Mesken qedeh di germ û kelakela havînê de kêfa Zaro Axa tîne. Rojname paşê bona vê qedehê dibêje : “Lê belê konut qûrte vexwarin tîbûna jiyanê nikare bide vemirandin, sekinanin”.[58]

Qûrtek vexwarin di germa havînê de kêfa Zaro Axayê emekdar tîne,
lê tu wext ji bo tîbûna jîyanê vemirîne
(Aftonbladet, 17-7-1932)

Parolaya Zaro Axa ji çar peyvan pêk hatiye: Tendûristî, konutun, hêzdarî û dilşahî. Hafiza wî gelek baş bûye.[59] Zaro Axa di hevpeyvînekê de gotiye ku ew xwe ji 157 salî zêdetir wek kesekî 57 salî dihesibîne.[60] Zirara zêde vexwarina alkolê û kişandina cixareyê ji aliyê Zaro Axa de wek du faktorên rîskê hatine dîtin. Zaro Axa dema li Amerîkayê maye çend konferans di derbarê vê mijarê de dane. Dezgehên li dijî-alkolê Zaro Axa birine Amerîkayê û ew kirine mêvanê xwe. Yekî bi navê Mehmud Axa li Tirkiyê dijî Zaro Axa derketiye û gotiye ku ew 134 salî ye, rojê çend bîrayên sert û cixarê dikşîne. Rojnameyekê ji ber van gotinan bi henek sernivîsa xwe wiha amade kiriye: “Du awayên bûyîna sedsaliyê”.[61] Rojnameya Svenska Dagbladetê nivîsiye ku Zaro Axa berê xwe daye Amerîkayê bona li Hollywoodê bibe stêrka sînemayê.[62] Dema ew çûye Emerîkayê qasî Charles Lindberg (1902–1974) navdar bûye. Charles Lindberg ku bi koka xwe swêdî ye di sala 1927an de bi serê xwe ji Emerîkayê firyaye heta Fransayê û konut firîn di van salan de wek bûyereke mezin hatiye hesibîn. Wek di nivîsekê de jî tê gotin şayet mirov di nav xweşiyê de bijî ferq nake mirov kal yan jî xort be. Mesken yeka hunera mezin a jîyanê hatiye dîtin: Kesê/kesa hez dike tu wext kal û pîr nabe. Mirov jiyana xwe hez bike û li pey xwe tiştekî bihêle, kalbûn û pîrbûn nayê bîra mirovan.[63]Maurice Ernest sazkarê Kluba Kesên Sedsalî gotiye ku şayet mirov paqij û ji xeman dûr bijî dikare 200-300 salan li jiyanê bimîne.[64] Di van salan de mirov dikare bêje ku Zaro Axa gelek caran bona tendûristiya baş bûye reklam û xemleke giring û di vî warî de roleke mezin lîstîye. Dema Zaro Axa miriye doxtoran lêkolîn kirine û dîtine ku sê gurçikên wî hebûne. Kesekî bejnbilind (överdängare), yekî wek dêwan (kämpagestalt) bûye. Rojname dinivîsîn ku dema Zaro Axa di deriyên vagonan re dikete trenê divê stûyê xwe bitewanda, xwe xar bikira. Kesekî şeng şepal, devken û mirovekî beşerxweş bûye. Di rojnameyekê de tê gotin Zaro Axa wê salek şunda di sala 1934an de 160 saliya xwe pîroz bike, li ser pasteya wî ya rojbûnê 160 mûmik dê vêkevin.[65] Lê belê Zaro Axa di 160 saliya xwe de wefat dike, firsed û mecalê nabîne ku roja bûyîna xwe bi kêfxweşî û bi şahî pîroz bike.

KOÇKIRINA DAWÎ

Dema Zaro Axa şeva 29/6 1934an de wefat dike nivîskarê rojnameya Aftonbladetê Hartvik Kusoffsky bi naznava ”Koskî” nivîseke bîranînê, nivîseke jidil bona Zaro Axa diweşîne. Zaro Axa wek ”…hevalê me yê rehmetî” (…vår gamla vän salig Zaro Agha) dinavîne û dihesibîne.[66] Kusoffsky dibêje ku bona Zaro Axa divê abîdeyeke ebedî wek Abîdeya “Jina ji Kamelyayê” bê çêkirin ku gora wê li Parîsê di goristana bi navê Cimetiére Montmarte de ye. Li ser vê abîdeyê divê hertim agirekî vêxistî hebe bona bîranînê.[67] Konut abîde bi vî tehrî dikare bibe atraksiyonekê (cezbkirin) bona turîstan. Mesken hevkarê rojnameya Aftonbladetê qala “Muzeya Zaro Axa” (Aghamuseum) jî dike. Kusoffsky di ciheki vê nivîsa xwe de êdî xatirê xwe ji Zaro Axa dixwaze û peyva beg li navê wî zêde dike: ”Di nav hizûrê de bimîne Zaro Axa Beg” (Frid över Zaro Agha Bey).[68]

Jêrenot:
[1] Rohat Alakom, Dünyanın En Yaşlı Adamı-Zaro Ağa, Avesta, 2009 (Berî çapbûna vê pirtûkê wek mînak hin nivîsên min di kovarên cuda bi kurdî û tirkî derketine: Rohat Alakom, Mesken dinya ji Zaro Axa re jî nemaye, Armanc, nr 133/1992, rûp.9. Rohat Alakom, Bir Buçuk Asırlık Kürt Zaro Ağa, Tarih ve Toplum, nr 200/2000, rûp.19-24.
[2] Sven Aurén, Kemal slår näven i bordet, 1934, rûp.142-144.
[3] Dödsåldern, Expressen, 17-12-1949. Expressen wek rojnameyeke danê êvarê di sala 1944an de dest bi weşana xwe kiriye. Angorî hersê rojnameyên mezin (Aftonbladet-1830, Dagens Nyheter -1864 û Svenska Dagbladet-1884) Expressenê dereng dest bi weşana xwe kiriye.
[4] Zaro Agha har det bra, Svenska Dagbladet, 3-8-1930.
[5] En 138-åring, Aftonbladet, 26-4-1913.
[6] Amerikas äldste, Aftonbladet, 20-9-1921.
[7] Världens äldsta man, Aftonbladet, 23-9-1921.
[8] Världens äldsta människa, Aftonbladet, 5-12-1924.
[9] De höga ålderstal, Aftonbladet (Söndagsbilaga), 27- 9-1930.
[10] 128-årig spanjorska, Aftonbladet, 22-7 1934.
[11] Skall han slå Methusalems rekord? Svenska Dagbladet, 14-6-1925.
[12] Över hundra barn och oräkneliga barnbarn, Aftonbladet, 25-4-1925.
[13] Hänt och sant, Aftonbladet, 20-5-1933
[14] Ett 147-årigt vittne, Aftonbladet, 25-2-1927.
[15] Världens äldsta man, Aftonbladet, 14-8-1920.
[16] Den äldsta människans gåta, Svenska Dagbladet, 7-12-1932.
[17] Tro inte blint på höga åldrar, Aftonbladet, 15-3-1943. Vê nivîsa ku deh sal piştî mirina Zaro Axa hatiye nivîsîn sala bûyîn û mirina Zaro Axa bi xeletî wek 1770-1935 nîşan daye.
[18] Voronov önskar se Zara Agha, Svenska Dagbladet, 8-4-1934 (Li vir Zaro bi xeletî wek Zara hatiye nivîsîn).
[19] Varje människa kan bli 180 år, Aftonbladet, 22-12-1934.
[20] Fortfarande odödlig, Aftonbladet, 20-7-1934.
[21] Varför Zaro Agha blev så gammal, Svenska Dagbladet, 6-7-1934.
[22] Den äldsta människan arbetlös, Svenska Dagbladet, 20-11-1932.
[23] Den äldsta människans gåta, Svenska Dagbladet, 7-12-1932.
[24] Turkiet och måhända världens äldste, Hvar 8 Dag, nr 9-1927. Li vir bi xeletî wêneyekî jin û mêrekî din li cîhê Zaro Axa û jina wî hatiye weşandin.
[25] Skall han slå Methusalems rekord? Svenska Dagbladet, 14-6-1925.
[26] En gammal turk, Dagens Nyheter, 28-9-1930.
[27] På föredragsturné vid 145 års ålder, Dagens Nyheter, 27-6-1928.
[28] Rätt gammalt och helt nytt, Vecko journalen, nr 32-1930.
[29] Ett vikingaöde genom tre halvseklar, Aftonbladet, 8-7-1934.
[30] Ett skandinaviskt vikingaminne, Svenska Dagbladet, 21-3-1926.
[31] Sophus E Johnsen, Den urgamle norrman, bohuslänningen Christian Jacobsen Drakenbergs levlandsbeskrivning, 1926.
[32] 41 personer över 100 år avled 1929, Svenska Dagbladet, 8-1-1930.
[33] Sveriges äldste och världens, Hvar 8 Dag, nr 26-1931.
[34] Gammal bekants dilemma, Aftonbladet, 8-3-1934.
[35] Världens äldsta människa, Svenska Dagbladet, 20-6-1927.
[36] Världens äldste överkörd av bil, Dagens Nyheter, 27-9-1930.
[37] Tro inte blint på höga åldrar, Aftonbladet, 15-3-1943.
[38] Turkliv, Dagens Nyheter, 18-5-1931.
[39] Europas äldste på besök güzel påven, Aftonbladet, 22-4-1925.
[40] Skall han slå Methusalems rekord? Svenska Dagbladet, 14-6-1925.
[41] Ännu en ålderschampion, Aftonbladet, 4-9-1926.
[42] Vem är världens äldste man, Aftonbladet, 28-7-1928.
[43] Zaro Agha är död, leve Nikifor! Svenska Dagbladet, 1-7 1934.
[44] Ny Metusalem upptäckt i Irak. 130-årig vegetarian och absolutist reser jorden runt, Aftonbladet, 17-9 1935.
[45] Varje människa kan bli 180 år, Aftonbladet, 22-12-1934.
[46] Em mycket gammal turk, Svenska Dagbladet, 23-12-1947.
[47] Methusalems senaste, Dagens Nyheter, 18-7-1927.
[48] Zaro Agha har det bra, Svenska Dagbladet, 3-8 1930.
[49] Zaro Agha flirtar för mycket, Svenska Dagbladet, 10-8-1931.
[50] Gammal är äldst, Aftonbladet, 15-4-1934.
[51] Zaro Agha vill gifta om sig, Svenska Dagbladet, 27-5-1924.
[52] Över hundra barn och oräkneliga barnbarn, Aftonbladet, 25-4-1925.
[53] Fortfarande ödödlig, Aftonbladet, 20-7-1934.
[54] Ny Metusalem upptäckt i Irak. 130-årig vegetarian och absolutist reser jorden runt, Aftonbladet, 17-9 1935.
[55] Tro inte blint på höga åldrar, Aftonbladet, 15-3-1943.
[56] Turkiets Methusalem nära döden, Svenska Dagbladet, 27-9-1930.
[57] Den äldsta människans gåta, Svenska Dagbladet, 7-12-1932.
[58] Veteran vattnas, Aftonbladet, 17-7-1932.
[59] Världens äldsta människa, Svenska Dagbladet, 20-6-1927.
[60] Pigg 157-åring, Aftonbladet, 15-4-1931.
[61] Två sätt att bli hundra år, Aftonbladet, 21-12-1934.
[62] 41 personer över 100 år avledo 1929, Svenska Dagbladet, 8-1-1930.
[63] Märkliga fall af hög ålder, Aftonbladet, 10-8-1918.
[64] Hundra-års-kulubbens grundare tror på 200-300 års livslängd, Aftonbladet, 2-8-1946.
[65] Hänt och sant, Aftonbladet, 20-5 1933.
[66] Rötmånad, Aftonbladet,11-7-1934.
[67] Jina ji Kamelyayê navê romaneke nivîskarê navdar Alexandre Dumas e. Tê gotin ku di rastiye de konut tîpa xaniman dilketiya nivîskar bûye, navê wê Marie Duplessis e. Roman di sala 1848an de hatiye nivîsîn, şanoya wê jî heye ku li Fransayê gelek deng daye.
[68] Världens äldste man Zaro Agha avliden i Konstantinopel, Svenska Dagbladet, 30-6-1934.